Li Tunisê di navbera polîsan û xwepêşandêran de pevçûn

Li bajarê Qîrewan ê Tunisê de 2 şev di navbera polîsan û xwepêşandêran de pevçûn rû dan.

Li Tunisê di navbera polîsan û xwepêşandêran de pevçûn
14 kanûn, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Qîrewan ê Tunisê 2 şevan li pey hev pevçûn di navbera xwepêşandêran û polîsan de rû da. Li gorî agahiyên ku şahidan parve kirine, pevçûn piştî şopandina kesekî ji aliyê polîsan ve û kuştina wî dest pê kir.

Li gorî Reuters ku agahiyên xwe dispêre şahidan, ciwanan hêrsdar hêzên ewlekariyê dan ber kevir û molotovan. Di heman demê de bi şewitandina dûlaban rê girtin. Polîsan î gaza îsotê li wan reşand.

Xizmên kesê mirî diyar kir ku dema motorsîkletek bê ehliyet diajot dewriyeke polîsan li pey wî ket. Piştre ew lê dan û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber xwînrijandina serî mir.

Desthilata Tunisê heya niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

(b)