Yekitiya Ewropayê daxwaza berdana Nêrgiz Mihemedî kir

Yekitiya Ewropayê daxwaz ji Îranê kiriye ku  Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî berde ku berî du rojan li gel heft çalakvanên din li bajarê Meşhed ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin.

Yekitiya Ewropayê daxwaza berdana Nêrgiz Mihemedî kir
14 kanûn, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê ragihand ku Yekitiya Ewropayê daxwaz ji Îranê kiriye Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bê berdan.

êkildarî mijarê Berdevkê Dîplomatîk yê Yekitiya Ewropayê Enwer Elenunî ji ajansê re diyarkiriye ku Yekitiya Ewropayê daxwazê ji desthilata Îranê dike ku Nêrgiz Mihemedî azad bike û rewşa wê ya tendirustî li berçav were girtin.

Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.