Li stasyona avê ya Baxozê projeya enerjiya rojê

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê enerjiya rojê li stasyona avê ya Baxozê datîne.

Li stasyona avê ya Baxozê projeya enerjiya rojê
Li stasyona avê ya Baxozê projeya enerjiya rojê
Li stasyona avê ya Baxozê projeya enerjiya rojê
Li stasyona avê ya Baxozê projeya enerjiya rojê
Li stasyona avê ya Baxozê projeya enerjiya rojê
14 kanûn, 2025   12:36
DÊRAZOR

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê di 15’ê Mijdarê de projeya danîna enerjiya tavê li stasyona avê ya Baxozê dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de tîmên xebatê, dest bi dûzkirina erdê, danîna qaîdeyên taybet ên enerjiya tavê û stûnan kirin. 

Proje ji danîna 320 tabloyên enerjiyê, înverter, sensorên elektronîkî û jeneratorên avê yên stasyonê pêk tê. Ev proje ku yekem li bajêr e. Çav li rêye ku di nava 60 rojan de temam bibe.

Li gorî Şaredariya Gel a Baxozê, stasyona Baxozê avê dide 25-30 hezar niştecên  12 taxan. Rojane du saetan ji bo berdana avê ji her taxekê re hatiye veqetandin. Şaredariyê diyar kir ku ev xebat dê bihêle ku saetên xebitandina stasyonê rojane ji saetan heya 15 saetan dirêj bike û gihandina avê baştir bike.

(b)