Xwendekaran: Em ê heta naskirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin

Xwendekarên Girkê Legê û Rimêlanê bi xwepêşandan û çalakiyekê daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî kir û banga naskirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de kir.

Xwendekaran: Em ê heta naskirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin
Xwendekaran: Em ê heta naskirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin
Xwendekaran: Em ê heta naskirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin
Xwendekaran: Em ê heta naskirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin
Xwendekaran: Em ê heta naskirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin
12 mijdar, 2026   13:31
QAMIŞLO

Xwendekarên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo daxwaza naskirina zimanê kurdî, misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li bajarokê Rimêlanê xwepêşandan kir.

Xwepêşandan ji pêşiya Dibistana Şehîd Şîlan dest pê kir û derbasî bajarokê Rimêlan bû. Xwendekaran dirûşmên ku piştgiriya xwe ji bo zimanê kurdî û girêdana xwe ya perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan da, piştre li pêş Dibistana Silêman El Helebî çalakiyek li dar xist.

Piştî çalakiyê xwendekar Zîlan Berekat daxuyaniyek xwend û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî esasî ye û ew dixwazin ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ê heta naskirina ziman û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî li ser pêyan bin.

Çalakiya xwendekaran bi berzkirina sloganên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

(sb)

ANHA