Li taxên Şamê lehî rabû

Li taxên Berzê û Hemam ên Şamê ji ber bilindbûna asta ava çemê Yezîd, lehî rabû û av derbasî gelek malan bû.

Li taxên Şamê lehî rabû
19 adar, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li taxên Berzê û Hemam ên Şamê ji ber bilindbûna asta ava çemê Yezîd, lehî rabû. Hate diyarkirin ku lehiyê baxçeyê Berzê û beşeke herêma Qabûnê da ber xwe.

Li gorî çavkaniyên SOHR'ê, av derbasî gelek malan bû û zirar çêbûn. Şêniyan banga destwerdana lezgîn kir.

Di rojên dawîn de ji ber barana zêde li gelek taxên Şamê bi taybetî ku xetên kanalîzayonê lê lawaz in, lehî rabûn û rê hatin girtin.

(bb)