Şerîfe Mihemedî bi awayekî demkî hat berdan

Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt destûra bêhdanê wergirt û bi awayek demkî hat berdan.

Şerîfe Mihemedî bi awayekî demkî hat berdan
19 adar, 2026   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê ragihand, girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt dihat ragirtin, destura demkî wergirt û bi awayek demkî hat berdan.

Hatiye diyarkirin ku berpirsên girtîgehê Şerîfe Mihemedî bi kefaleta hefteyekê berdane.

Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya takekesî û di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike, piştre jî ji bo girtîgeha Lakan a bajarê Reşt hat veguhestin.

Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa derketina dijî desthilatê cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hate erê kirin. Piştre jî di meha Mijdarê de ev cezayê 30 salên girtîgehê hatibû guhertin.