Desteya Hundirîn a Kantona Firatê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin

Desteya Hundirîn a Kantona Firatê bi boneya cejna Remezanê û Newrozê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.

Desteya Hundirîn a Kantona Firatê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin
19 adar, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Kantona Firatê bi boneya cejna Remezanê û Newrozê biryarnameyek derxist.

Di biryarnameyê de cejna Remezanê û Newroz li gel hatin pîrozkirin û hat hêvîkirin ku cejn bi ewlehî û kêfxweşî derbas bibin.

Di daxuyaniyê de ev tedbîr hatin ragihandin:

- Tevgera motorsîkletan di nava bajêr de ji îro (Pêncşem, 19 Adar 2026) saet 18.00'an heya roja duşemê (22 Adar 2026) saet 16.00'an qedexe ye.

- Ketina kamyonên mezin û navîn a nava bajar qedexe ye.

- Qedexe ye çek werin teqandin. Kesên ku çekan biteqînin dê werin cezakirin.

(bb)

ANHA