Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn

Gelê bajarê Sirînê bi pêxistina mûman şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn û got, " Em ê bi fikra Rêber Apo ya neteweya demokratîk serkeftinê qezence bikin."

Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Sirînê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
31 tebax, 2024   20:56
KOBANÊ

Şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê bi amadebûna dehan kesan ji endamên malbatên şehîdan û xelkê bajêr li goristana şehîdan a bajarê Sirînê û pêxistina mûman hatin bibîranîn. 

Di merasîma bîranînê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Ferdos Kino axivî û got: "Yan jiyaneke azad an jî mirineke birûmet. Em ê li ser vî esasî li hemberî dagirkerî û faşîzmê li ber xwe bidin."

Ferdos anî ziman ku li dijî her êrişa li ser herêmê ew ê li ber xwe bidin û wiha domand: "Me soz daye şehîdên xwe ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bighêjin serkeftinê. Em ê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin. Em ê yan bi jiyaneke azad bijîn an jî mirineke birûmet bi dest bixin."

Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(fr)