Jinên Efrînê amadekariyên zivistanê dikin

Jinan Efrînê got wan ev kar ji kevn de girtiye û her sal malbatên li herêmê li gorî pêdivî û derfetên xwe mûnetê amade dikin.

1 îlon, 2024   04:35
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Her sal ber bi dawiya meha Tebaxê ve jin mûneta zivistanê çêdikin û sebzeyan hişk dikin. Jin nava baxçe, bermal û serbanên xwe bi sebzeyên hişkbûyî dixemilînin. 

Koçbera bi navê Fatme Reşîd (50) her sal di vê werzê de dest bi amedekarina mûneta zivistanê dike.

Fatme diyar kir ku gelek cûdahî di navbera vir û Efrînê de heye û got: "Li Efrînê sebze hîn baştir bûn. Lê li Şehba ji ber dorpêçê û qutkirina avê baş çênabin."

Fatme li kampa Berxwedan a li Fafînê mîna her jinekê dijî, cûreyên rengereng ên mûnetê wek penêr, mekdûs, dimsê îsotan, rêçel û tirşo amade dike, li kêlek wê jî sebze û fêkiyên hişkkirî wek bacan, îsot, bamya, milûxiyê, hejîr û cûreyên din amade dike.

Fatme wiha domand: "Ev hemû mûnet, dema ez li Efrînê bûm, min bi destê xwe diçand û ji bo mûnetê jî bi morelek mezin me kar dikir. Rojên vala tune bûn. Niha li Şehbayê bihabûn jî heye, ev yek jî bandoreke neyênî li ser jiyana me dike.”

Fatme wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Efrînê me her salê bi miqdarên mezin mûnet çêdikir, lê niha ev 7 sal e em kêmtir çêdikin û debara xwe pê dikin."

Horiyê Qoce (40) jî diyar kir ku ev 7 sal e li Şehbay dijîn û wiha got: "Em li Şehbayê amedekariyên xwe yên zivisatanê dikin. Niha em dimsa îsotan çêdikin. Kîloya îsotan gelekî biha ye. Ji ber vê em her carê hînekî çêdikin. Dema em li Efrînê bûn alavên me yên kehrebê hebûn û me pê mûnet amade dikir û hêsantir bû. Piştî me mûneta malê amade dikir, me hesabê firotinê jî dikir. Lê niha em tenê têra mala xwe çêdikin."

 ANHA