Li Silêmaniyê kesekî ji Bakurê Kurdistanê hate şehîdxistin

Li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê êrişî kesekî ji Bakurê Kurdistanê hate kirin, di encamê de şehîd bû.

Li Silêmaniyê kesekî ji Bakurê Kurdistanê hate şehîdxistin
29 sibat 2024   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî kesê bi navê Abdulkadrî Sebrî Toprak ê ji Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk hat. Êriş li pêş Xwaringeha Debşan ê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çêbû. Di encamê de Toprak şehîd bû.

Toprak ji bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ye, 2 zarok xwe hene. Ew li Bakurê Kurdistanê endamê HDPˊê bû û ji ber astengiyên siyasî berê xwe da Başûrê Kurdistanê li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.

Hate hînbûn ku Sabrî Toprak ji ber sedemên siyasî xwe spartiye Başûrê Kurdistanê û ev demeke dirêj e li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.

Beriya were şehîdxistin gelek caran gef li Toprak hatin xwarin.

(fr)