Li herêmên Şamê alozî belav e

Li herêma Cidêdit Ertos a li Rîf Şam bavekî gule li 3 zarokên xwe barandin, her wiha çekdaran li rojhilatê gundewarê Humisê kesek qetil kir û yek jî birîn kir, li Derayê jî 2 kes hatin redvandin.

Li herêmên Şamê alozî belav e
29 sibat 2024   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî radyoya Şam FM,  li herêma Cidêdit Ertos ê Rîf Şam bavekî gule li 3 zarokên xwe barandin, di encamê de 2 keçên xwe kuştin; yek der dermanfiroş e û kurê xwe yê bijîşk bi giranî birîndar kir. Piştî vê sûcê bavê wan xwe kuşt.

Li aliyekî din jî radyoyê bi bîr xist ku çekdarên li ser motorsiklêtê li ser rêya Cib Cebel lê li rojhilatê Cib El Cerah ê li rojhilatê Humisê gule li hin kesan barandin, di encamê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Malpera Dera 24 jî da zanîn ku ji duh ve ciwanê bi navê Mihemed Xêr El Mihamîd hîna winda ye, ew ciwan li nêzî pira Seyda ya li ser rêya Şam-Dera dema ji Şamê tevî ciwanê bi navê Wehîb El Mihamîd vedigerî mal, hat revandin.

Li gorî malperê, çekdarên nenas rêya erebeya ew tê de girtin û ew ciwan revandin û yê din hiştin. El Mihamîd ji bajarokê Um El Meyazin ê rojhilatê parêzgeha Derayê ye.

Girêdayî heman mijarê, malperê daxuyand ku têkilî bi ciwan Mehmûd Meşel El Hisên re li ser rêya di navbera bajarê Newa û gundê Şêx Sed ê li rojavayê Derayê de hate qutkirin. Ew ciwan ji gundê Şêx Sed e.

Duh jî li bajarê Tefes ê li rojavayê Derayê, pevçûn çêbû, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.