Malbatên şehîdan êrişa li ser Şengalê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser erebeya Komîteya Malbatên Şehîdan a li Şengalê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide îstîqrara herêmê û vîna gelan têk bibe.”
![Malbatên şehîdan êrişa li ser Şengalê şermezar kir](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65e09ed119c9d.jpg)
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker a ku duh li Dêrikê de pêk hatiye û her wiha êrişa herî dawî ya li dijî erebeya Komîteya Malbatên Şehîdan li Şengalê daxuyanî dan. Daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê bi amadebûna malbatên şehîdan hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Rêvberiya Meclisa Jinan a Kantona Cizîrê Hêvî Seyid ve hat xwendin.
Hêvî diyar kir ku di demekê de ku gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên xwe tê de ava dikin û hevgirtina xwe xurt dikin dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrişên xwe îstîqrara herêmê têk bibe, bi van êrişan qanûnên mirovahiyê yên cîhanê bin pê dike.
Hêvî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker duh li Dêrikê erebeya Hêzên Sotoro û îro jî li Şengalê erebeya Komîteya Malbatên Şehîdan hedef girtin, bi van êrişan dixwaze vîna gelan têk bibe û wiha got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gel û herêmê bi tundî şermezar dikin.”
(sb)
ANHA