Li Silêmaniyê 6 êriş hatin kirin

Duh bi şev navenda bajarê Silêmaniyê û Fermandariya Hêzên 70’ê hatin bombebaran kirin.

 Li Silêmaniyê 6 êriş hatin kirin
8 adar, 2026   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh bi şev du caran li nêzî otela Titanic ya li Silêmaniyê êriş pêk hat, di heman demê de êrişî Fermandariya li Silêmaniyê hat kirin.

Duh derengiya şevê 6 caran êrişî Silêmaniyê hat kirin, du caran li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hatiye kirin. Tê gotin divê êrişê de pêşmergeyek yê komeleyê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha dronekê Fermandariya Hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê jî bombe kiriye, lê hate zanîn ku tu ziyanek çênebûye.

Piştî êrişan bi demekê, Koma Seraya Ewliya bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên li ser Silêmaniyê ji aliyê hêzên wan ve pêk hatiye.