Artêşa Îranê: Em xwedî wê hêzê ne ku şer herî kêm 6 mehan dewam bikin

Îranê ragihand ku di êrişên li ser hedefên DYA û Îsraîlê de wan li zêdeyî 200 nuqteyan xistine û diyar kir ku bi tempoya heyî dikarin şer herî kêm 6 mehan dewam bikin.

Artêşa Îranê: Em xwedî wê hêzê ne ku şer herî kêm 6 mehan dewam bikin
8 adar, 2026   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Pasdarên Şoreşê ya Îranê Alî Mûhammed Naînî anî ziman ku welatê wî xwedî wê kapasîteyê ye ku bi tempoya heyî ya operasyonê dikare şerekî giran herî kêm 6 mehan dewam bike. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê Naînî li ser êrişên bersivdanê yên Îranê daxuyanî da.

Naînî diyar kir ku Îranê di êrişên li ser hedefên Îsraîlê û baregehên DYA'yê de li zêdeyî 200 nuqteyan xistiye û anî ziman ku ji sedî 60 ê hêza lêdanê ya Îranê berê xwe da hedefên DYA'yê, ji sedî 40 jî li hedefên Îsraîlê xist.

Naînî ragihand ku di operasyonên heta niha de fuzeyên ji nifşê yekemîn û duyemîn hatin bikaranîn, di qonaxên bê de wê fuzeyên hîn pêşketî û menzîl dirêj werin bikaranîn û bi vî rengî stratejiyeke nû ya êrişêk bi cih bînin.

Naînî îdia kir ku plansazên şer di sê mijaran de hesabê şaş kirin û got, li bendê bûn ku di nava 48 saetên piştî sûîqestê de Îran hilweş e, şer tenê 3 rojan dewam bike û koalîsyona herêmî ava bibe, lê belê ev pêşdîtin hemû bi ser neketin.