Federasyona Gaziyên Şer: Bi hevgirtinê wê dawî li pergala kedxwar û dijminê jinê were

Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê di peyama xwe ya bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de diyar kir ku bi hevgirtinê dê dawî li pergala kedxwar û dijminê jinê were.

Federasyona Gaziyên Şer: Bi hevgirtinê wê dawî li pergala kedxwar û dijminê jinê were
8 adar, 2026   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke weşand.

Di peyamê de wiha hatiye gotin: "

"Weke gaziyên şer em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, ya weke roja têkoşîn û hevgirtina ji bo azadî û aştiyê tê pêşwazîkirin jî, li hemû jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikin.  Ji bo em cîhana xwe ji mehşera pergala sermayeparêz rizgar bikin, weke jin di navbera gelan de rola pireke pir saxlem bilîzin û aştiyê pêkan bikin erk û wezîfeyên mezin dikeve ser milên hemû jinan.

Em hemû jî dizanin ku ji ber çavsoriya pegala modernîteya kapîtalîst mirovahî û di serî de jin di bin xetereyeke mezin de ne. Tekez divê were zanîn ku ji bo rizgariya ji vê rewşa bi karesat, têkoşîneke muezem a di pêşengiya jinan de pêwîst dike. Ji ber ên herî zêde rastî zerar, ziyan û tundiya vê pergala kirêt û mijokdar tên jin in.

Di roja me ya îro de bi taybet bi têkoşîna di pêşengiya jinên Kurd de pêş dikeve re êdî nîşaneya em vê pergala zilm û zorê hilweşînîn mîna rojê derketiye holê. Pergal di merheleyeke herî lawaz û bêhêz de ye. Sedema van êrişên wê yên hovane jî, ne ji ber xurtbûna wê, ji ber krîz û lawaziyên wê ne. Sîstema kedxwar a dijminê jinê weke yên beriya xwe ber bi hilweşînê ve zext û  zilma xwe zêde dike. Lê ji sedî sed weke yên beriya xwe wê hilweşe û di sergoya dîrokê de cihê xwe bigire. Helbet ji bo vê jî têkoşîneke bi hevgirtina gelan û jinan hewce dike.

Ji bo Kurdistana dergûşî ji mirovatiyê re kiriye, jiyana dayikî ya heya îro mirov bi berhemên wê yên ava kirine li ser pêyan e careke din bi rola xwe ya avakirina jiyaneke azad û wekhev rabe em weke gaziyên jin ji her demê bêhtir amade ne, bi rol û mîsyona xwe ya dîrokî rabin.

Li ser vî esasî em bang li hemû jinên kedkar û azadîxwaz dikin ku destên xwe bidin destên jinên Kurd ên bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêş xistine. Di vê 8’ê Adarê de li hemû qadên cîhanê divê em bi hemleya ku Tevgera Azadiya Jinan bi şîara ‘Niha Dema Jinê ye’ daye destpêkirin, daxwaza xwe ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo bilind bikin û vê armanca xwe bi serketinê bi encam bikin.

Bi vê hêvî û coşê em careke din Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahî jinên şoreşger ên ji bo jiyaneke azad, berdêl dane û tevahî dayikên xwe yên şehîd û birîndaran pîroz bikin. "

(bb)