Li Şêxmeqsûdê jinek û 4 ciwanên Kurd hatin girtin

Hêzên hikumeta demkî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber hildana sembolên Kurdî jinek û 4 ciwanên Kurd girtin.

Li Şêxmeqsûdê jinek û 4 ciwanên Kurd hatin girtin
10 nîsan, 2026   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hêzên hikumeta demkî jinek û 4 ciwanên Kurd girtin.

Der barê hûrgiliyên bûyerê de, bi pîrozbahiyên cejna Newrozê re ciwanên Kurd ala Kurdî li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bilind kiribûn, îro jî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ew al daxistin. Piştre ciwanekî careke din al hilda.

Ji ber hildana alê ji hêla ciwan ve hêzan da pey ciwan, û ew ciwan revî, lê hêzên hikumeta demkî dayika wî girtin. Şêniyan li hember bûyerê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Li gorî agahiyan, ji ber wê bûyerê hêzên hikumetê li taxê 4 ciwan girtin.

(fr)