Di nava rayedarên Îranî de li ser şandeya danûstandinan dabeşbûn heye

Dezgehên ragihandinê yên Îranê diyar kir ku berpirsên siyasî û leşkerî yên Îranê li ser şandeya ku li bendê ye li Îslamabadê bi DYAˊyê re danûstandinan bike, di nav dabeşbûnê de ne.

Di nava rayedarên Îranî de li ser şandeya danûstandinan dabeşbûn heye
10 nîsan, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala "Îran International" a ku ji derveyî Îranê weşanê dike ragihand ku berpirsên payebilind ên Îranê li ser avakirin û mafên şandeya ku Tehran dê ji bo danûstandinan bişîne Îslamabadê li hev nekirine.

Li gorî van çavkaniyan, Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran a Îranê Ehmed Wehîdî hewl dide ku mafên Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Derve Ebas Eraqçî yên ku di şandeyê de cih digirin sînordar bike. Şandeya Îranê wê Îslamabadê bi şandeya Amerîkî ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê Jay D. Vance re bicivin.

Wehîdî dixwest ku Sekreterê Meclisa Bilidn a Ewlekariya Neteweyî yê Îranê Mihemed Baqir Zolqeder, , di şandeya danûstandinê de cih bigire, lê endamên heyî yên şandeyê li dijî vê yekê ne û îdia kir ku ew ne xwedî ezmûna pêwîst e ku beşdarî danûstandinên stratejîk bibe.

 Wahîdî û fermandarê Hêza Hewayî ya Artêşa Pasdaran diyar kir ku pêwîst e şande ji her danûstandinek der barê bernameya mûşekî ya Îranê bi dûr bisekine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê hişyarî dabû ku Îran dê bi êrişên din re rû bi rû bimîne û heke danûstandinên li Pakistanê bi ser nekevin, ew keştî û çekan kom dikin.

(fr)