Hêzên Îsraîlê gundekî Derayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê derdora gundekî rojavayê parêzgeha Derayê topbaran kir.

Hêzên Îsraîlê gundekî Derayê topbaran kir
10 nîsan, 2026   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê derdora gundê Cemle yê li herêma Hawiza Yermûkê yê rojavayê Derayê topbaran kir.

SOHRˊê diyar kir ku herî kêm derdora gund bi topekê hat topbarankirin, lê tu agahiyên der barê windahiyan de nehatin parvekirin.

Herî dawî, hêzên Îsraîlê di 27ˊê Adarê de cihekî li Til El Ehmer El Şerqî ya li gundewarê Quneyîtrayê bi 3 topan hedef girtibû.

Ev topbaran, digel tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên berdewam li başûrê Sûriyeyê bêyî tu helwestek ji hikumeta demkî ve bê dayîn, pêk tên.

(fr)