Li ser rêya Dêrazor û Şamê qeza: 8 kes mirin

Li ser rêya di navbera Dêrazorê û Şamê de 2 otobusên rêwiyan li hev ketin û di encamê de 8 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li ser rêya Dêrazor û Şamê qeza: 8 kes mirin
25 tîrmeh, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li ser li ser rêya di navbera Dêrazorê û Şamê de 2 otobusên rêwiyan li hev ketin û di encamê de 8 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di encama qezayê de agir bi otobusekê ket û rê li ber trafîkê hatiye girtin.

Tîmên tenduristiyê û Parastina Sivîl çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

(k)

ANHA