‘Konferansa Sînemaya Rojava ber bi avakirina çarçoveyeke yekgirtî ve gavek e’

Endamê komîteya amadekar a "Konferansa Sînemaya Rojava" ku li Qamişloyê tê lidarxistin, diyar kir ku armanca konferansê ew e ku çarçoveyeke yekgirtî ji bo hemû sînemagerên li Rojava ava bike û çareseriyan ji bo pirsgirêkên ku sînema pê re rû bi rû ye, bi pêş bixe.

‘Konferansa Sînemaya Rojava ber bi avakirina çarçoveyeke yekgirtî ve gavek e’
25 tîrmeh, 2026   13:45
QAMIŞLO

Konferansa Sînemaya Rojava li Xwaringeha El Burc a li bajarê Qamişlo di roja duyem de dewam dike.

Endamê komîteya amadekar a konferansê Teymûr Evdikê ji ajansa me re li ser mijarên sereke yên roja yekem a konferansê, her wiha bernameya roja duyem axivî û diyar kir ku konferans dê sibê bi pêşniyaran bi dawî bibe.

Evdikê diyar kir ku di roja yekem a konferansê de çend mijarên sereke, bi taybetî pênasekirina sînemaya kurdî û nasnameya wê, têkiliya di navbera sînemayê û civakê de û rewş û rola jinan di sînemayê de, hatin gotûbêjkirin.

Evdikê da zanîn ku beşdaran mijarên perwerdeyê û zehmetiyên nîşandana fîlman, her wiha jêhatiyên afirîner ên berdest û çawaniya bikaranîna wan ji bo xizmeta sînemayê bi rêya bernameyên perwerdeyê, gotûbêj kirin.

Evdikê destnîşan kir ku rûniştinên roja duyemîn dê mafên qanûnî yên çêkerên fîlman û her wiha mekanîzmayên avakirina têkiliyên hevkariyê di navbera saziyên cuda de ji bo xizmeta pêşkeftina sektora sînemayê, gotûbêj bikin.

Evdikê her wiha destnîşan kir ku beşdar dê awayên xurtkirina têkiliyan bi saziyên sînemayê yên li derveyî herêmê re gotûbêj bikin.

Evdikê di dawiyê de diyar kir ku sibê dê roja dawîn a konferansê be ku dê pêşniyar werin pejirandin û komîteyek were damezirandin da ku van pêşniyaran bişopîne.

(k)

ANHA