Li ser gorên şehîdên Kobanê hezar kulîlk hatin çandin

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, Desteya Jîngehê ya Kobanê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan re hezar gul û kulîkên xemlê li ser gorên şehîdên Pakrewangeha Şehîd Dicle çandin.

Li ser gorên şehîdên Kobanê hezar kulîlk hatin çandin
4 hezîran, 2026   20:16
KOBANÊ

Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê (5 Hezîran), Desteya Jîngehê ya Kobanê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan re hezar gul û kulîkên xemlê li ser gorên şehîdan a Pakrewangeha Şehîd Dicle çandin.

Di çalakiyê de hejmarek ji endamên Desteya Jîngehê, Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê amade bûn.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî da zanîn ku ev destpêşxerê di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê de pêk tên. Armanc ew e ku hişmendiya jîngehê û xurtkirina ruhê berpirsiyariya civakî li hember parastina xwezayê were belavkirin, paqijî û xweşikbûna cihên giştî werin parastinç.

Balî da zanîn ku çandina gul û kulîlkan li Pakrewangeha Şehîd Dicle peyameke ku şehîd di bîrdanka wan de ne û baldariya li gorên wan û çandina gulan girêdana bi fedakariyên wan re nîşan dide.

(fr)

ANHA