Li Hesekê 2 şewat hatin vemirandin

Tîmên agirkujiyê li bajarê Hesekê 2 şewatên li zeviyên çandiniyê beriya zirarên mezin çêbikin vemirandin.

Li Hesekê 2 şewat hatin vemirandin
4 hezîran, 2026   19:57
HESEKÊ

Tîmên agirkujiyê li Hsekê şewata firêzeyekê ku 20 donim e, beriya ku bigihîje zeviya genim, vemirand.

Ev erazî li gundê Hirmilê li ser rêya bajarokê Sefiya ji aliyê bakurê Hesekê ve, ne.

Her wiha tîmên agirkujiyê şewata giyayan a li derdora rêya taxa Ezîziyê beriya ku bigihîne eraziyên derdorê vemirand.

Tîmên agirkujiyê diyar kir ku heta niha sedemên her du şewatan nayên zanîn.

(fr)

ANHA