Li Şehba û Qamişloyê şano hatin pêşkêşkirin

Ji bo bîranîna Şehîd Yekta Herekol û bi boneya Roja Şano ya Cîhanê li Qamişloyê şanoya ˊDika Heqîqetêˊ û şanoya ˊWê Werinˊ hat lîstin, her wiha li Şehbayê jî ˊÇeperˊ hat pêşkêşkirin

27 adar, 2024   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û bi boneya salvegera şehadeta şehîd Yekta Herekol li Qamişloyê û Şehbayê şano hatin pêşkêşkirin.

QAMIŞLO

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera 20`emîn a şehadeta şehîd Yekta Herekol Tevgera Çand û Hunera Mezopotamya (TEV-ÇAND), bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li Qamişloyê 2 şano pêşkêş kirin.

Li hola navendê şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên çand, hunerê û wêjeyî amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka TEV-ÇANDˊê Sumeya Mihemed axivî û diyar kir ku ew hewl didin bi hemû hêza xwe li şanogeran xwedî derkevin û xebata wan pîroz dibînin.

Hevserokê Komîna Şano ya Kantona Cizîrê Kawa Fetah peyama Roja Şano ya Cîhanê li pêşberî mêvanan xwend û bal kişand ser girîngiya şanoyê ji bo civakan.

Derhêner Osman Kurtalan jî axivî û behsa hevaltiya xwe bi şehîd Yekta Herekol re kir û wiha anî ziman: “Me şano bi hev re çêdikir, ew mamosteyê me bû, niha jî rê nîşanê me dide. Bi kesayeta xwe ya fedekar, mitewazî û cidî dihat naskirin.”

Senivîzyonek têkildarî jiyana Şehîd Yekta Herekol û têkoşîna wî li hemberî dagirkerên Kurdistanê hat pêşandan.

Piştî axaftinan 2 şano hatin pêşkêşkirin, şanoya bi navê ˊDika Heqîqetêˊ bi derhêneriya Osman Kurtalan û şanogeriya komên şano yên TEV-ÇAND`ê hat pêşkêşkirin. Di vê şanoyê de behsa kesayet û sekna şehîd Yekta Herekol di nava civakê de hat kirin, bûyera ku 27`ê Adara 2004`an ku li dijî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan li Meydana Saedallah El Cabirî ya li Helebê Şehîd Yekta Herekola pêk anî, ku agir bi canê xwe xist jî hat lîstin.

Şanoya duyemîn bi navê ˊWê Werinˊ bi derhêneriya Şevzan Mehmûd û şanogeriya Teatra Henar hat pêşkêşkirin. Ev şano jî bal dikişand ser dûrbûna ji welat û berîdayîna koçberiyê.  Şanogeran ev bûyer bi çîroka bavekî ku hemû zarokên wî derketine derveyî welat û ew bi tena xwe bendewariya vegera wan e lîstibûn, tê de şanoger şîretên ku welatê xelkê nabe welatê mirov dike. Di dawiyê de jî ew bi hesreta dîtina malbata xwe koça dawî dike.

Sibe jî pêşandana şanoyan heye û bername sibe bi dawî dibe.

ŞEHBA

Tevgera Çand û Huner a kantona Efrîn û Şehba bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol şanoyek pêşkêş kir.

Bi beşdariya bi dehan ji endamên saziyên Rêveberiya Xweser û koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê şano li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê hat pêşandan.

Di destpêkê de endamê rêverberiya Tevgera Çand û Hunerê Mihyedîn Erselen axivî û wiha got: “ Em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Divê em rola şano di jiyana xwe de baş bidin naskirin. Ji ber ku şano perçeyek ji jiyana me ye.”

Dure sînevziyon hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî şanoya ku ji derhênera Rûmet Beko ya bi navê ‘Çeper’ hate pêşandan.

ANHA