Partiyên siyasî makanîzmaya çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîqaş kir

Partiyên siyasî reşnivîsa peymana bingehîn a çareserkirina pirsgirêka Kurdî di rêzecivînên xwe de nîqaş kir. Her wiha ruxmî vexwendina ENKSˊê bo beşdarbûna civînan, ew amade nebû.

Partiyên siyasî makanîzmaya çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîqaş kir
Partiyên siyasî makanîzmaya çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîqaş kir
Partiyên siyasî makanîzmaya çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîqaş kir
Partiyên siyasî makanîzmaya çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîqaş kir
Partiyên siyasî makanîzmaya çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîqaş kir
27 adar, 2024   17:10
HESEKÊ

Partiyên siyasî yên Kurdî ji bo nîqaşkirina yekrêziya Kurdî û reşnivîsa peymana bingehîn a çareserkirina pirsgirêka Kurdî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînan didomînin. Ev ji bo amadekariya konferansa ku dê dema bê li dar bikeve civîn li dar dikevin.

Girêdayî wê, îro partiyên siyasî li Hesekê civiyan. Di civînê de siyasetmedarên Kurd, kesayetên serbixwe, akademîsyen û rewşenbîr beşdar bûn. Komîteya organîzeker gelek partiyên din ji bo diyalogê vexwendin, di serî de ENKS, lê ew di civînê de beşdar nebû.

Civîn ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo, sekreterê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûriyî (P.D.K.S) Nesredîn Îbrahîm û serokê Partiya Aştiya Demoqratîk a Kurdistanê(P.A.D.K) Telal Mihemed ve hat birêvebirin.

Di civînê de Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku pêwîstiya rewşê bi yekbûna dengê siyasî yê Kurdan heye da ku peymana çareserkirina pirsgirêka Kurdî ya ku îro were nîqaşkirin bê avakirin û li dawiyê konferans encam bide.

Civîn bi awayekî girtî li ber çapemeniyê dom kir.

(mh)

ANHA