Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû

Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 4'an bi dirûşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yekˊ bi dawî kir. Di kongreyê de encamname hat diyarkirin.

Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
27 adar, 2024   18:11
REQA

Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 4'an li hola Tac a bajarê Reqayê li dar xist. Di kongreyê de hezar nûnerên partiyê yên ji tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 200 mêvanên ji partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dayika şehîd Hevrîn Xelef beşdar bûn.

Di serî de cîgira berdevka Meclisa Jinan a partiyê Semîra Ezîz bixêrhatina beşdaran kir.

Hevserokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û got: "Em îro kongreya xwe ya 4ˊan a partiya me li dar dixin. Ev kongre di rewşeke zehmet de ku krîzên cîhan, bi taybet Sûriyeyê zêde dibin hat lidarxistin. Ev krîz li ser sûriyeyiyan barekî mezin çêdike û berdêlê didin."

El Mihbaş wiha domand: "Dewletên xwedî berjewendî û proje ku nakevin xizmetî gelê Sûriyeyê destwerdan li Sûriyeyê kir û êdî Sûriye bûye qadana aloziyên navneteweyî ji bo xizmetî van projeyên navneteweyî û herêmî."

El Mihbaş wiha domand: "Di van rewşên zehmet de em dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mûmek ronî dide û gelek destkeftî pêk hatin. Ew jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em gelê xwe yê Sûriyeyê yê berxwedêr ku heta niha ji ber zulm, birçîbûn û belengaziyê zehmetiyan dikişîne, spas dikin."

Piştre saziyên beşdar sekretera berê ya partiyê Sîham Dawûd û hevserokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş xelat kirin.

Di kongreyê de pergala hevserokatî erê kir, serokê partiyê û sekreteriya giştî hat betalkirin. Ebid Hamid El Mihbaş û Kewser Doko bûn hevserkên Patiya Sûriya Pêşerojê.

Her wiha endamên Meclisa Giştî ya partiyê ji 138 endamên ji seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de encamname ji aliyê Kewser Doko ve hat xwendin, ew jî wiha ye:

Xebitîna ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiya domdar di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de bi rêya diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî.

Banga berdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa revandiyan û xebitîna ji bo vegerandina koçberan li warê wan.

Domandina şopandina doza şehîd Hevrîn Xelef û banga hesabxwestinê ji sûcdaran.

Çalakkirina rola jin û ciwanan di hemû qadên jiyanê de.

Girîngiya beşdarbûna hêzên siyasî yên xwedî rol li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û temsîlkirina wê di pêvajoya siyasî de li gorî biryara 2254.

Dive şêweyê birêvebirinê, Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û xwedî parlamentoya nenavendî be.

Bidawîkirina hemû cûreyên dagirkeriyê di serî de dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) û aliyên navneteweyî yên berpirs.

Xurtkirina çanda parastina rewa û destekdayîna QSD'ê

Teqeziya pêkanîna Hevpeymana Civakî ku bi xwe bingeha destûra Sûriyeya pêşerojê ye.

Xebitîna ji bo bidestxistina naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek projeyeke demokratîk ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê.

(mh)

ANHA