Li Şedadê pêşangeha wênesazî û şêwekariyê hat vekirin

Xwendekarên dibistanên navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê berhemên xwe yên şêwekarî û wênesaziyê di çalakiya ku Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk ji bo geşkirina behreyên xwendekaran li dar xistiye de pêşkêş kirin.

10 adar, 2024   16:58
HESEKÊ

Komeleya Perwerdeyê ya navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeheke şêwekariyê li dar xist. Di pêşangehê de xwendekarên dibistanên navçeyê bi berhemên xwe beşdar bûn.

Tablo û berhemên şêwekariyê yên xwendekaran li dibistana Elawî El Salih a navenda navçeyê hatin pêşandan. Ew berhem tabloyên wênesazî, karên durûtinê yên xemilandinê, peykerên kevirî û textî, berhemên rêsî bûn.

Di berheman de bal li ser şoreş, destkeftî, dorpêç, serkeftin û êrişan hat kişandin.

Pêşangeh dê heta vê êvarê bi stran, govend, helbest û lîstikên şano yên xwendekaran bidome.

Endamê rêveberiya komeleyê ya navçeya Şedadê Nayif El Kerdoş destnîşan kir ku ev pêşangeh bi armanca pêşxistina behreyên xwendekaran hat vekirin.

(mh)

ANHA