Balafirên xwekuj ên Şamê nuqteyên çeteyan bombebaran kirin

Balafirên bêmirov ên xwekuj ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan ên li Sehil El Xab li rojavayê Hemayê bombebaran kirin.

Balafirên xwekuj ên Şamê nuqteyên çeteyan bombebaran kirin
10 adar, 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên bêmirov ên xwekuj ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê 4 derbeyên li pey hev li dijî herêmên di bin kontrola çeteyên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ de bombenbaran kirin, her wiha du derbe li dijî 2 erebeyan û 2 derbeyên din jî li derdora Zeqûm û Deqmaq ên li herêma Sehil El Xab a li rojavayê Hemayê û di encamê de gelek ji çeteyan birîndar bûn.

(fr)