Li Şamê gel ji ber bihabûnê birçî dimîne

Şêniyên Şamê di meha Remezanê de ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên xwarinê dabîn bikin û polîtîkaya aborî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê rexne dikin.

Li Şamê gel ji ber bihabûnê birçî dimîne
24 sibat, 2026   03:45
ŞAM

Gelê Sûriyeyê di meha Remezanê de ji ber bihabûnê gelek zor û zehmetiyan dikişîne. Li paytexta Sûriyeyê Şamê beşeke mezin a civakê feqîr e û nikare heqê fitara xwe peyda bike.

Li gorî nûçegîhanên me yên Şamê şênî ji bo xwarinê çêkin neçar dimînin şûna goşt hestiyan bikirin û kîloya wan jî bi 10 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Li firinên Şamê yên çêkirina marûk û nanê şîrîn ê Remezanê gel dikevin rêzê û bi saetan li bendê dimînin heyanî ku dikarin bikirin. Niha bihabûna kîsek nanê şêrîn bûye 25 hezar lîreyê Sûrî. Nanekî rojiyê yê taybet jî niha bihabûna wê gihaştiye 40 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Li bazara Bab Serîce ya Şamê leşker Hisên Elî yê ku sala 2013’an malnişîn bûye, ji ajansa me re got: “Me çi sûc kiriye, heyanî em dawiya temenê xwe parsektiyê bikin?”

Hisên Elî yê 60 salî got: “Min di artêşa dewletê de xizmet kiriye. Sala 2013`an ez malnişîn bûm. Min çek li hemberî kesekî nedaye bikaranîn û helwesta min a siyasî tune bû. Ez di qeydên leşkerî yên sivîl de dixebitîm. Niha çima mûçeyê min sekinandin? Ez li kolanan dimeşim û bi zorê dikarim dermanên xwe bikirim.”

Elî kelogirî bû û got: “Ez dua ji Xwedê re dikim ku min ji vê rewşê rizgar bike. Zarokên min ji devê zarokên xwe kêm dikin û didin min. Bila kesên zengîn xwarinê neavêjin, gel hemû birçî ye. Ji ber ew xwarinê diavêjin kel û pel biha bûna û kesên xizan zehmetiyê dibînin.”

Dewriyeyên Zimhêrê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi roj li bazarê digerin. Bazirgan Xalid bi acizbûn ew rexne kirin û got: “Nizanin bixebitin, li ser hûrgiliyên pûç disekinin. Bihabûna madeyan dîqet nakin û daxuyaniyên ciyê şermê didin. Carekê yekî ji wan got bihabûna ferûcan kêm bûye lê bihabûna ferûcan zêdetir bûbû.”

Xalid di berdewama axaftinên xwe de got: “Em nizanin çi ji me dixwazin û em wan fêm nakin. Ew çavên xwe ji biryarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re digrin. Gumrik gelekî zêde kirine, tevgerkirina bazirganan sînordar kirine, berhemên Tirkiyeyê yên wextê wan derbas bûye li ser hesabê berhemên Sûriyeyê bi hesanî derbasî bazarê dikin. Bihabûna elektrîkê zêde bûye, bazirganan tengav dikin û gelek pirsgirêkên aborî yên mezin hene.”

Gelê Sûriyeyê ji ber pirsgirêkên aborî û îdarî di meha Remezanê de gelek zehmetiyan dikişîne û nikare pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike.

ANHA