Rojane 2 caran komkirina çopê û plana zêdekirina wesayît û karkeran

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên dawî yên li dijî herêmên Rojava rewşek bêîstîqrariyê çêkir, vê yekê badnor li rewşa xizmetguzariyê jî kir. Şaredariyê ji bo paqijkirina bajêr û başkirina rewşa xizmetguzariyê hin tedbîr girtine.

Rojane 2 caran komkirina çopê û plana zêdekirina wesayît û karkeran
24 sibat, 2026   07:40
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ji ber êrişên li ser herêmên Rojava, rewşeke bêîstîqrarî çêbû û bandoreke rasterast li ser rewşên xizmetguzarî û debarê kir. Di çend rojên borî de li gelek taxên bajarê Hesekê çop kom bûye, şêniyan ji bo vê rewşê gilî û gazinên xwe kirin.

Girêdayî mijarê, rêveberê beşa paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Idrîs Îbrahîm ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew ê li ser sedemên pirsgirêkê bisekininû çareser bikin û planên ji bo başkirina vê rewşê û xizmetguzariyê deynin.

Îbrahîm destnîşan kir ku şaredariyê deriyên xwe li pêşiya welatiyan negirtiye, lê bûyerên dawî yên li herêmê, bicihanîna qedexeya derketina derve û xirabûna rewşa ewlehiyê rasterast bandor li ser pêvajoya kar kiriye. Îbrahîm anî ziman ku hejmarek karkerên ku li gundên derdora bajêr dijîn ji ber rewşa ewlehiyê nikarin bigihîjin cihên karê xwe.

Îbrahîm da zanîn ku ji ber pêlên koçberiyê nifûsa bajêr zêde bûye, ev yek bûye sedema kombûna çopê li hin taxan, ji bilî vê yekê şênî wextên hatina wesayîtên şaredariyê nizanin, vê jî tevliheviyek di birêxistinkirina bernameya demê gerîna komkirina çopê de çêkir.

Îbrahîm bal kişand ser derfetên şaredariyê sînordarkirî ne û ne li gorî rûbera mezin a bajarekî weke Hesekê ne û nifûsa şêniyan e, ji ber ku hejmara wesayîtan, ajokar û karkeran têrê nake ku hemû taxan wekî ku pêwîst e bigire nav xwe.

Rêveberê beşa paqijiyê Îbrahîm anî ziman ku bûyerên dawî yên ewlehiyê bûn sedema rawestandina karê karkaran, lê ew piştî ku rewş aram bû û bi heman leza berî bûyeran vegeriyan ser karê xwe.

Idrîs Îbrahîm di berdewama axaftina xwe got ku pirsgirêk hîn bi tevahî nehatiye çareserkirin, hin wesayît ji ber kevinbûnê tim xerab dibin û pêdiviya wan bi tamîrkirinê heye. Ev jî dihêle rakirina çopê li hin taxan dereng bimîne. Şaredarî rojane bi qasî 250 heta 300 ton çop radike.

Îbrahîm ragihand ku sîstemeke nû ji bo dewriyeyên paqijiyê hatiye danîn, berê tenê yek dewriye hebû, lê îro 2 dewriye hene sibê û êvarê, wesayîtên şaredariyê derbasî hemû taxan dibin.

Der barê çareseriyên pêşniyarkirî de, Îbrahîm da zanîn ku ew li ser amadekirina bernameyeke nû dixebitin ku hejmara karker û wesayîtan zêde bikin, da ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Idrîs Îbrahîm di dawiyê de got bi hatina werza Biharê re xebata beşa parkan û darçandinê zêde bûye û ji bo xweşikbûna bajêr û projeyên kanalîzasyonan plan hene.

(ac/fr)

ANHA