‘Kurd bi yekitiyê dê hebûna xwe biparêzin’

Rûspiyên êla Ezîza û Omera anîn ziman ku komplo li hember nasname û hebûna gelê Kurd hat kirin û got “Yekitiya gelê Kurd ev komplo têk bir.”

‘Kurd bi yekitiyê dê hebûna xwe biparêzin’
24 sibat, 2026   05:10
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Rûspiyên êlên Kurdan Ezîza û Omera pêvajo nirxand û got “gelê Kurd li hemû parçeyên Kudistanê yek e û çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye.”

Mehmûd Erebo yê ji êla Ezîza destnîşan kir ku komplo li hember nasname û hebûna gelê Kurd hat kirin û wiha got: “Komplo bi zexta hinek dewletên herêmî hat kirin. Ev komplo bi yekitiya gelê Kurd a tevahiya Kurdistanê sekinî û têkçû. Yekitiya xwe çêkirin û bi yek dengî parastina mafên xwe yên rewa û doza xwe kirin. Di vê pêvajoyê de diyar bû ku eger yekitiya gelê Kurd hebe tu hêz wê nikarbin îradeya wan bişkînin. Yekitiya gelê Kurd bila were parastin û xurt kirin. Hemû komplo tenê bi yekitiyê yê werin seknandin. Divê daxwazên gelê Kurd bibînin, berjewendiyên kesayetî bidin aliyekî û girîngî bidin berjewendiyên giştî gelê Kurd. Ev pêvajo parçebûn û nakokiyan tehemul nake."

Rûspiyê êla Omera Xidir El Remo anî ziman ku parçebûn di navbera gelê Kurd de hebe wê ziyanê bide hemû Kurdan û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de şehîd li gelek herêman bûn bingeha yekitiya gelê Kurd. Gelê Kurd li hinek herêman şehîd dan û birîndarên wan çêbûn lê li hinek herêman jî gihaştin destkeftiyên girîng ku yekitiya xwe xurttir kirin. Her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Li kîjan parçeyê Kurdistanê pêşketin an paşveketin çêbe, bandorê li hemû parçeyên dîtir dike. Hêza Kurdan di hevgirtina wan de ye û parçebûn wê ziyanê bide hemû Kurdan.”

Xidir El Remo ji bo rewşa Sûriyeyê wiha got: "Sûriye divê li ser bingeha demokratîk were avakirin, cudahiyê nexin navbera pêkhateyan û mafên wan ê siyasî, ziman û çandî. Tenê edalet û wekhevî rêya aramî û pêşxistina Sûriyeyê ye."

Xidir El Remo di dawiya axaftinên xwe de got: "Di vê pêvajoya hesas de divê yekitiya gelê Kurd were parastin. Bi ruhekî kollektîf bixebitin. Eger gelê Kurd yekitiya xwe çêke, tu hêz nikare Ii hember wan derkeve.”

ANHA