Li Rûsyayê êrişa hewayî: 6 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya li herêma Belgorod a Rûsyayê de herî kêm 6 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Li Rûsyayê êrişa hewayî: 6 kes hatin kuştin
6 gulan 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Vyaçeslav Gladkov a Rûsyayê got îro danê sibê di encama êrişeke bi balafirên bêpîlot a li ser herêma Belgorod a Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê de, herî kêm 6 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Vyaçeslav Gladkov ev agahî li ser Telegeramê parve kir: "Artêşa Ukraynayê bi balafirên kamîkaze 2 kamyonên biçûk û erebeyek ku karmend dibirin cihên wan ên kar, bombebaran kirin. Di encamê de 6 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn, ji birîndaran rewşa mêrekî giran e.”

Gladkov da zanîn ku êriş li nêzîkî gundê Biryuzovka ê nêzîkî sînorê Ukraynayê pêk hatiye.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê der barê êrişê de lêkolîn daye destpêkirin.

Di daxuyaniya Hêzên Hewayî yên Ukraynayê de jî ev agahî hatin parvekirin: "Pergala me ya parastina hewayî ji 13 balafirên bêmirov ên êrişkar ên Rûsyayê, 12 balafir îmha kirin. Îmhakirina balafiran li herêma Somi ya bakurê rojhilatê Ukraynayê pêk hat."

(bb)