Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû

Li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji ber baran û zîpikê zirarên mezin li çandiniyê bûn.

Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû
Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû
Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû
Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû
Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû
Ji ber baran û zîpikê zirar li çandiniyê bû
6 gulan, 2024   15:56
HESEKÊ

Duh êvarê li Dirbêsiyê baraneke dijwar û zîpik bariyan. Di encamê de zirarên mezin li çandiniyê bûn.

Li gorî agahiyên ku cotkaran dane ajansa me, rêjeya zirara ku gihaştiye zeviyên çandiniyê yên li gundên Dirbêsiyê ji sedî 60-70 ye û li hin gundên din ji sedî 100 zirar lê bûye.

Herî zêde zirar gihaştiye kemûn, nîsk, gijnîj, fûl, sebzeyên havînî, her wiha genim û ceh.

(bb)

ANHA