Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin

Jinên ciwan di konferansa “Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De” de avakirina neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê gotubêj dikin. Jinên ciwan ên ji Ermenîstan, Misir, Kenya û Afganîstan, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê jî peyam şandin.

Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
Jinên ciwan neteweya demokratîk û konfederalîzma jinê nîqaş dikin
6 gulan 2024   14:59
QAMIŞLO

Yekîtiya Jinên Ciwan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo konferansa bi navê, “Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De” lidar xist.

Konferansa ku ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 150 delege tevlî bûn, ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê Edama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiye Yusuf axaftina vekirinê kir. Nadiya Yusuf bibîr xist ku 6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployek hatibû destpêkirin û got: “Îro jî dixwazin komployê bigihînin encamê. Bersiva herî mezin a dijî komployê ew e ku em weke jinên ciwan xwe rêxistin û çalak bikin.”

Endama Kordînasyona Yekîtiya Heyfa Mihemed jî li ser têkoşîna jinên pêşeng ên şehîd rawestiya û gerîlayên azadiyê yên ciwan Bişeng Birusk û Sara Hogir Riha ku 28’ê Tîrmeha 2023’yan li Herêmên Parastina Medya şehîd bibûn bibîr anîn. Heyfa Mihemed da zanîn ku  îro bi hezaran jinên şoreşger bûne Sara û Bişeng û dê têkoşîn bê mezinkirin.

Piştî axaftinê sînevîzyona ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê têkoşîna jinê de pêk tê, hat pêşandan.

Di konferansê de peyamên bi dîmen ên jinên ciwan ên ji Ermenîstan, Misrê, Kenya, Afganîstan, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin guhdar û temaşekirin.

Di peyaman de li ser girîngiya têkoşîna jinên ciwan a li dijî pergala kapîtalîzmê hat rawestîn û hat diyarkirin ku jinên ciwan ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêşengiya vê têkoşînê dikin.

Di peyaman de bal hat kişandin ku heta li Rojhilata Navîn azadî pêk neyê, li cîhanê jî çênebe, lewma divê li dora fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêxistin û têkoşîn bê mezinkirin.

Piştî temaşekirina peyaman û navbera nîvro, dest bi gotubêjkirina mijarên esasî yên konferansê hat kirin.

Konferans bi gotubêjkirina mijarên, “Avakirina neteweyna demokratîk û konfederalîzma jinê”, “Di konfederalîzma demokratîk de rol û mîsyona jinên ciwan” berdewam dike.

Konferans wê îro bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(ekîb/a)

ANHA