Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi şahiyekê dewreya 10`an a destwerdanên lezgîn li navçeya Kemşe ya rojhilatê Dêrazorê bi dawî kir. 20 perwerdekar tev li dewreyê bûn ku di çarçoveya hemleya “di her malekê de birînpêç” de dest pê kiriye.

Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû
Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû
Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû
Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû
Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû
Li rojhilatê Dêrazorê dewreyeke din destwerdana lezgîn bi dawî bû
21 cotmeh, 2023   15:43
DÊRAZOR

Şênî û endamên Meclisa Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê rojhilatê Dêrazorê, Xenam El Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û mezûnên dewreyê pîroz kirin. El Ehmed wiha domand: “Ev dewre ji bo beşdaran di aliyê destwerdana lezgîn de, perwerdeyeke giştî ye.”

Dewre 30 rojan dom kiriye û di wan rojan de, perwerdekar li ser dermankirina şewatan, birînan, bicihkirina sîroman, dayîna derziyan û gelek şarezayên din waneyên teorî û pratîk birine.

Di çarçoveya hemelyê de ev dewreya 10`an e. Çaverê ye ku di rojên bê de dewreyên din li deverên din ên rojhilatê Dêrazorê dest pê bikin.

(şx)

ANHA