ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2023
22 cotmeh, 2023   02:00

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa aloziyên aborî yên li herêmên hikumeta Şamê, şerê di navbera Hemas û Xezayê de, her wiha helwestên herêmî û navneteweyî yên li hember vî şerî, kirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman destnîşan kir ku hedefkirina binesaziyê, li dijî pîvan û peymanên navneteweyî ye û got, armanca sereke ya dewleta Tirk valakirina herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ziyanên mezin gihaştin binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji milyarek dolarê amerîkî derbas kiriye. Li gorî aliyên têkildarî, sererastkirina hemû ziyanan dê bi mehan dirêj bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Silêman Enter Bozî ji zarokatiya xwe ve xwedî kesayeteke xurt û lêkoler bû. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarê wî, di ciwantiya xwe de neçar ma jê koçber bibe. Di hemêza malbateke welatparêz de ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji salên 80`î ve nas dike, mezin bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Brîtanyayê herêma bi navê Filistînê piştî têkçûyîna împratoriya Osmanê ku ev parçe ji Rojhilata Navîn dagir dikir, kontrol kir. Li vê xakê kêmneteweyên cihû û piranî Ereb dijiyan. Lê dema hêzên navneteweyî destûra da Brîtanya ku ′dewleteke netewe′ ji gelê Cihû re li Filistînê ava bike nakokiyên her du aliyan çêbûn.

Şêniyên kantona Hesekê sersaxî didin malbatên şehîdan; Berçem Kobanê, Dozvan Qasimiye, Mihemed Şêx Nebî saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo, çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di roja 6`an de li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê didomînin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li parka 4`ê Nîsanê daxuyaniyekê dide saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakiyekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

4`emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir a Ciwanan li bajarê Kobanê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana gerîla, em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin û cenga azadiyê bi ser bixin” li qada Şehîd Egîd dest pê dike saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)