Li Qamişloyê cenazeyê jinekê hate dîtin

Cenazeyê jinekê di maleke terikirî de li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê hate dîtin.

Li Qamişloyê cenazeyê jinekê hate dîtin
8 gulan 2024   09:46
QAMIŞLO

Nûçegihanên me ragihandin ku duh êvarê di maleke terikirî de li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê, cenazeyê jinekê hatiye dîtin. Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan, berê xwe dane cihê bûyer lê belê cenaze rizî bû.

Li gorî çavkaniyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, heta niha nasname û temenê jina mirî nehatiye zanîn û hêzên têkildar dest bi xebatên lêgerînê kir.

(şx)

ANHA