197 roj e agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 197 roj e agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

197 roj e agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin
8 gulan, 2024   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Roj News`ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hate revandin û 197 roj e agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tijî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku ew revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal e di beşa Erebî ya ajansa Roj News`ê de wek edîtor dixebite.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tijî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve der barê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Roj News de got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan got ku ew li jêr di lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Her wiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

Herî dawî 2’yê Çileya 2024’an tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

(şx)