Şeybanî li Enqerayê bi Fîdan û Barrack re civiya

Wezîrê karên derve ê Sûriyeyê Esad El Şeybanî û yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li hev civiyan û pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de û şopandina dosyayên hevbeş nîqaş kirin. Piştre Şeybanî bi Tom Barrack re jî hevdîtinek kir.

Şeybanî li Enqerayê bi Fîdan û Barrack re civiya
9 îlon, 2026   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve û penaberan ê Sûriyeyê Esad Hesen El Şeybanî duh (8 Îlon) serdana Tirkiyeyê kir û ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de nîqaşkirina xebatên meclisa tensîqa di navbera her du welatan de û geşedanên li herêmê, li Enqereyê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin kir.

Wezareta Karên Derve a hikumeta veguhêz diyar kir ku hevdîtin ji bo pêşxistina têkiliyên her du welatan, şopandina dosyayên hevbeş ên di çarçoveya meclisa bilind a tensîqê û geşedanên hêrêmî de pêk hat. Çavkaniyên dîplomatîk ên li Tirkiyeyê da zanîn ku hevdîtin li Enqerayê pêk hatiye, lê heta niha têkildarî mijarê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê tu daxuyanî nedane.

Beriya vê hevdîtinê di 6`ê Tebaxê de li Enqerayê her du wezîr hevdîtin pêk anîbû, Fîdan wê demê ragihandibû ku dê welatê wî hevkariya bi Şamê re ya di qada “pêşîgirtina terorê, parastin û ewlehiyê de kûr bike”.

Hakan Fîdan destnîşan kir ku temamkirina pêvajoya entegrasyonê li Sûriyeyê girîng e.

Piştî hevdîtina Hakan Fîdan û Esad El Şeybanî li Enqerayê bi nûnerê Serokatiya Amerîkayê yê taybet ê Sûriyeyê û Iraqê Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî.

(sb)

ANHA