Li Nîjeryayê dibistanek hilweşiya: 22 xwendekar mirin

Duh li parêzgeha Plateau ya Nîjeryayê avahiyek hilweşiya û di encamê de 22 xwendekaran jiyana xwe ji dest da.

Li Nîjeryayê dibistanek hilweşiya: 22 xwendekar mirin
13 tîrmeh, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Rêveberiya Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê de hate gotin ku duh li navçeya Busa Bojî ya parêzgeha Plateau ku dikeve bakurê welat, avahiyeke ku keşîşan lê perwerde didît, hilweşiya.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama bûyerê de 22 xwendekaran jiyana xwe ji dest daye ku temenê wan di bin 15 saliyê de bûn.

Der barê sedema hilweşîna avahiyê de jî hate diyarkirin ku ji ber xirabiya kalîteya binesaziyê hilweşiyaye.