Li Nexweşxaneya Kîsra beşa çavan hate vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê beşa çavan li Nexweşxaneya Giştî ya Kîsrayê vekir.

Li Nexweşxaneya Kîsra beşa çavan hate vekirin
2 kanûn 2023   11:06
DÊRAZOR

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê di çarçoveya ‘Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Pêkanîna Hevkariyê li Dêrazorê′ de, beşa çavan li Nexweşxaneya Giştî ya Kîsrayê vekir.

Di beşa çavan de bijîşkên pispor çavdêriyê dikin û rojên yekşem û çarşemê xizmetguzariyên tibî bê pere têne pêşkêşkirin.

Di kongreyê de ku 22′yê Cotmehê hatibû lidarxistin, gelek biryar hatibûn dayîn; ji nû ve sazûmankirina meclisên herêmê yên qanûnsaz, meclisên rêveberiyê û şaredariyan, xurtkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û xebat li ser zêdekirina xizmetguzariya tenduristiyê û hwd bên kirin.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Giştî ya Kîsrayê ya li rojavayê Dêrazorê ji ajansa me re gotibû Komîteya Tenduristiyê li kêleka xebata li ser beşa çavan, li ser amadekirina beşa çavdêriya taybet, beşa zarokan, anîna ambulansên din jî dixebite.

(fr)

ANHA