Hikumeta Şamê têkildarî leşkeriyê qanûneke nû derxist

Duh Beşar Esed qanûneke nû derxist ku kesên 40 sal derbas kirine û tev li leşkeriya rezerv nebûne, dikarin li şûna wê pereyan bidin.

Hikumeta Şamê têkildarî leşkeriyê qanûneke nû derxist
2 kanûn, 2023   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî qanûnê, kesên leşkeriya rezerv nekirine, dikarin li şûna wê 4 hezar û 800 dolar bidin. Her wiha têkildarî kesên leşkeriya rezerv dikin û 40 sal derbas kirine, pereyên hatine diyarkirin bidin, lê her mehek leşkeriyê 200 dolar kêm dibe.

Li gorî çavdêran armanca vê qanûnê aboriyek ji xezîneya hikumeta Şamê re bê dabînkirin, ji ber ku îflas ketiye û pêdiviya wê bi pereyên biyanî heye. Çavdêran anî ziman ku êdî hikumet nexweş ketiye û li pereyên di berîka welatiyan de digere.

Welatiyan hêrsa xwe li hember vê qanûnê nîşan da û got hikumeta dan û standina welatiyan ji dolar re qedexe dike û ji xwe re rewa dike.

(fr)