Li Moskovê teqînek çêbû

Li başûrê rojhilatê paytexta Rûsyayê Moskovê li qehwexaneyekê teqînek çêbû.

Li Moskovê teqînek çêbû
1 nîsan, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên ewlekariyê yên bajarê Voronezh ê dikeve başûrê rojhilatê Moskovê, ragihand ku vê sibehê teqînek li qehwexaneyekê çêbûye.

Berdevk diyar kir ku beriya teqînê, polîsan agahî wergirtine ku pencereyên qehwexaneyekê hatine şikandin.

Medyaya rûsî ragihand ku polîsan der barê teqînê de lêkolîn daye destpêkirin. Li gorî encamên pêşîn ên lêkolînan, bombeyek li qehwexaneyê hatiye bicihkirin.

(bb)