Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin

Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd ji ber keda wê ya 4 salan hat xelatkirin.

Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin
Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin
Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin
Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin
Sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat xelatkirin
1 nîsan 2024   14:05
REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê sekretera giştî ya berê ya partiyê Sîham Dawûd xelat kir.

Di merasîma xelatkirinê de ku li avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Reqayê li dar ket, hevserokê partiyê Ebid Hamid El Mihbaş got: "Ev xatirxwestin û xelatkirin nabe dawiya têkoşîna heval Sîham. Heval Sîham dê di nava me de be û di pêşxistina partiyê de alîkar be."

Sîham Dawîd spasiya endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê kir û wiha axivî: "Me bi ked û rêzdarî bi hev re kar kir. Em rastî gelek astengiyan hatin, lê bi vîn, bawerî û israrê me karî partiya xwe bigihanda asteke pêşketî."

Hevserokên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko û Ebid Hamid El Mihbaş xelat pêşkêşî Sîham Dawûd kir.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê di kongreya xwe ya 4’an de ku 27’ê Adarê li dar xistibû, pergala hevserokatiyê pejirandibû û erka sekreteriya giştî betal kiribû.

(bb)

ANHA