Civîna li ser giliyê li dijî Barzaniyan hat taloqkirin

Civîna Dadgeha Federal a Iraqê ya bi mijara giliyê li dijî serokê hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Başûr Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û wezîrê karên hundir yê hikumeta demborî Rêber Ehmed ji bo 21’ê Nîsanê hat taloqkirin.

Civîna li ser giliyê li dijî Barzaniyan hat taloqkirin
1 nîsan 2024   12:59
NAVEDNA NÛÇEYAN

Di 22’yê Adarê de wezîra koç û koçberan a Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li Dadgeha Federal ya Iraqê li dijî serokê hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Başûrê Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Hindirîn ê hikumeta demborî  ya Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed doz vekiribû.

Dadgeha Federal a Iraqê 30’ê Adarê ragihandinbû ku dê 31’ê Adarê li ser giliyê wezîrê ya li dijî Mesrûr, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed kom bibe.

Li gorî medyaya iraqê, Dadgeha Federal a Iraqê civîna li ser giliyê li dijî Mesrûr, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed taloqî 21’ê Nîsanê kir.