Di topbarana Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran malek li gundê Deşîşe yê Til Temirê topbaran kir, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Di topbarana Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn
9 kanûn 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi çekên giran gundê Deşîşe yê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Dagirkeriyê mala welatiyê Ebduselam El Mela topbaran kir, di encamê de Kemal Ebduselam Mihemed (16) Nûriye Mihemed El Hisên (40) û Muna Ebduselam Mihemed (10) birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Til Temirê.

(fr)

ANHA