Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan

Li Minbicê 144 mamoste ku salekê li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan xwendin, bi şahiyekê perwerdeya xwe qedandin.

Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
Li Minbicê şahiya derçûna 144 mamosteyan
8 gulan, 2024   18:25
MINBIC

Beriya salekê 144 xwendekaran di dewreya 4’an a li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a li Minbicê dest bi perwerdeyê kiribûn. Xwendekaran di nava salekê de beşên zimanê ingilîzî, Jeolojî û pedagogî xwendin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê bi boneya bidawîbûna dewreya perwerdeyê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de mamoste, endamên saziyên sivîl, şervanên Meclisa Leşekrî ya Minbicê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di şahiya li avahiya peymangehê hat lidarxistin de hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Minbicê Sîham Hemo xwendekarên derçûyî pîroz kir û destnîşan kir ku şêniyên Minbicê dê ji bo avakirina pêşerojeke geş rêya zanîn û pêşketinê bidomînin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Minbicê Neqşîvan Mihemed diyar kir ku peymangeh li ser bingeha Rêveberiya Xweser dide zanîn û perwerdeyê hat avakirin.

Piştre komên Komeleya Şerkesî û Navenda Çand û Hunerê ya kantonê stran û govendên folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de mamosteyên derçûyî hatin xelatkirin.

(mh)

ANHA