Bîlançoya teqînên li Derayê giran bû

Di teqîna 2 erebeyên Îstixbarata Giştî li gundewarê Derayê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Bîlançoya teqînên li Derayê giran bû
8 gulan, 2024   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên pêşîn di encama teqîna 2 erebeyên Rêveberiya Îstixbarata Giştî de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Lê belê yek ji birîndaran jiyana xwe ji dest da. Bi vê daneyê re hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê derket 3 leşkeran.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dabû zanîn ku kesên nenas mayîn di 2 erebeyên Rêveberiya Îstixbarata Giştî de çandine û ew erebe li ser rêya Hara - Zemrîn a bakurê Derayê teqiyane. Di encamê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

(mh)