23 kesan li Xezayê ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest da

Li Xezayê hejmara kesên ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye bû 23.

23 kesan li Xezayê ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest da
9 adar, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsraîlê li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve bê navber berdewam dikin. Îsraîl alîkariya ku tê herêmê asteng dike û li dijî gel birçîbûnê wek çekê bi kar tîne.

Berdevkê Wezareta tendirustiyê ya Xezayê Eşref ElKudra, der barê rewşa li Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku li nexweşxaneya Şîfa 3 zarokên din ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane bûye 23.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê de ku herî dawî di 6’ Adarê de dabû, diyar kiribû ku 20 kesan ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya der barê êrişên Îsraîlê de, hişyar kiribû ku 2,2 milyon kes rû bi rûyî metirsiya xelayê ne.

Raportorê NY’yê da zanîn ku Îsraîl gelek dayikên li ber welidînê ne asteng dike, zarokên wan dikuje yan jî dibe sedem ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin û destnîşan kir ku Îsraîl bi taybetî dayikan dike hedef. Reem Alsalem di heman demê de diyar kir ku li Xezayê her saet 2 dayik jiyana xwe ji dest didin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de heta niha herî kêm 8 hezar û 900 jinan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên NY’ê, nêzî milyonek jin û zarokên keç ji cihên xwe bûne. Zêdeyî 3 hezar jinan hevjînên xwe winda kirine û neçar mane berpirsyariya malbatê bigirin ser milên xwe. Di heman demê de NY’ê bal kişand ku rêjeya ducanîbûnê ku zêde ye, loma neçar dimînin bi sezeryanê ango bê anestezî wan biwelidînin. Her wiha ji ber tîbûn û birçîbûnê şîrê jinan tune ye û nikarin zarokên xwe bimijînin.