Li Kobanê jidayikbûna ′pitikeke mûmî′

Li Kobanê pitikek bi rewşeke nexwezayî hate dinê û piştî çend seatan mir.

Li Kobanê jidayikbûna ′pitikeke mûmî′
10 kanûn, 2023   13:37
KOBANÊ

Li Nexweşxaneya  Welidandinê ya li Kobanê beriya çend rojan pitikek di rewşeke nexwezayî de hate dinê.

Di vê rewşê de, pitik bi çîneke stûr mîna mertalekê li ser gewdeya wî û derizînên kûr û ji hev qut ji dayik dibe, her wiha dest û ling, çav, gund û organên zayendî komî serhev bûne. Ev derizîn û qelişînên li gewdeya zarok rûbirûyî xetereya bekterya û qirêjiyên din ên kujer dihêle.

Der barê mijarê de gerînendeyê Nexweşxaneya Welidandinê bijîşk Nasan Ehmed axivî anî ziman ku ji dema nexweşxaneya sala 2016′an hatiye vekirine ve ew rewşa herî matmayî ye.

Ehmed çermê pitik bi çermê masiyê şiband û got bijîşkên li nexweşxaneyê navê ′pitikê mûmî′ lê kirine, ji ber ku çermê wî nerm û sist bû.

Piştî jidayikbûnê, pitik rakirin nexweşxaneyên Minbicê, lê ruxmî hewldanên bijîşkan, lê piştî 2 rojan pitik li nexweşxaneya Sirînê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dayika pitik xwedî 9 zarokan e û mîna vê rewşê li ser malbatê derbas nebûye.

Li gorî raporan beriya salekê li parêzgeha Heder Mewt a Yemenê û beriya 3 salan li bajarê Qendehar a Efganistanê rewşa jidayikbûna mîna vê derket, vê yekê bi xwe re gelek pirs çêkirin ku rola şer û madeyên jehrî bandorê li ducaniyan dike.

(fr)

ANHA