′Di peymana civakî de tevahî beşên civakê rola xwe di rêvebirinê de dilîzin′

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Fatma Xelîl got, peymana civakî beşên civakê di nav xwe de digire da ku rola xwe di Rêveberiyê de bi cih bînin.

′Di peymana civakî de tevahî beşên civakê rola xwe di rêvebirinê de dilîzin′
10 kanûn, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Berfireh a Sazkirina Peymana Civakî di 4′ê kanûnê de dest bi rêze civînan kiribû ku 4 rojan dewam kir. Li gorî lihevkirin û erêkirin a ji aliyê endamên komîteyê hinek bendên peymanê hatin rakirin û hinek hatin guhertin.

Komîteyê reşnivîsa peymana civakî pêşkêşî Meclis Giştî ya Rêveberiya Xweser  kir da ku erê bike û bibe destûrekî fermî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Gitşî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Xelîl ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re axivî û got, peyman dê pirsgirêkên ku di mîsaqa bingehîn a Rêveberiya Xweser de nehatin vegotin, çareser bike.

Fatma Xelîl anî ziman ku peymana civakî ya nû armanc dike ku sîstemeke nenavnedî ya rêveberiyê were avakirin ku tevahî civak û pêkhateyên wê rola xwe di rêveberiyê de bilîzin.

Fatma Xelîl bal kişand ku di peymana civakî de bendên taybet ji aliyê Koordînasyona Jinan, Meclisa Jinan û Edaleta Civakî ve hatin sazkirin hene û hin bendên ku Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî nûnerê rewşa yê tevahî jinan were naskirin, pejirand. Fatma  got, di peyamê de bendên girêdayî parastina mafên zarok û jinan û avakirina saziyên têkildarî parastina wan hatin zêdekirin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Xelîl got, pêkanîna guhretinan di rêgezên giştî yên peymana civakî de divê ji aliyê meclisên gelan ên rêveberiyên sivîl û xweser ve, du sêyekên endamên meclisên gelan ên rêveberiyan û sêyekek ji endamên meclisên gelan ên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  were erêkirin.

(bb)

ANHA